Li Kurdistanê di 24 seatên dawî de 569 kes bi vîrusê ketin 13 kes canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 13 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 569 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 13 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 569 kes jî bi vîrusê ketin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 19 hezar û 335 kes bi vîrusê ketin û 699 kes ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)