Ji lîderên Îxwanê El-Aryan di zindanên Misirê de çû rehma Xwedê
Îsam el-Aryanê ji lîderên Teşkîlata Birayên Misliman di Girtîgeha Akrepa li Qahîrê çû rehma Xwedê.
Hat hînbûn el-Aryan ji ber “qeyrana qelb” canê xwe ji dest daye. Girtîgeha Akrepê ya ku el-Aryan lê dima bi îşkence û zilma ku lê dihat kirin dihat nasîn.
Ji El-Aryan û endamên din ên Îxwanê re cezaya hepsa muebbet hatibû dayîn.El-Aryan berîya darbeya ku ji teref Sîsîyê darbeker ve hat kirin di buroya sîyasî ya Îxwanê de lîder bû û alîkartîya Mursîyê Serokomarê Misirê Muhammed Mursî dikir.(ÎLKHA)