• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Di xwepêşanên li Belarusê de zêdetirî 6 hezar kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gelek bajarên Belarusê nexasim jî li bajarên bi navê Minsk, Brest, Mogilev û Novopolotskê di xwepêşanên ku tên lidarxistin de zêdetirî 6 hezar kesî hatin binçavkirin û 2 kes jî canê xwe ji dest dan.

Di encama hilbijartinên ku li Belarusê hatin lidarxistin de li gorî encamên ne fermî Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê mewcûd ji sedî 80 deng stand û dîsa bû serokomar. Lê belê hilbijêr destnîşan dikin di hilbijartinan de hîle hatine kirin. Ji ber îddîayên kirina hîleyê ev bû 4 roj bi deh hezaran xwepêşandêr li kolanan in û xwepêşanê tertîp dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir