Li Kocaelîyê wesayîta ku leşkeran vediguhast qeza kir: 17 birîndar
Mînîbusa ku li Kocaelîyê leşkeran vediguhast û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê giran 17 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza li navçeya Korfeza Kocaelîyê pêk hat.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambulansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)