• DOLAR 32.247
  • EURO 35.05
  • ALTIN 2502
  • ...
Îşxalkerên siyonîst 12 Filistînîyan desteser kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên îşxalker û dagirker doh êvarî êrîş bir li ser malên Filistîyan. Di encama êrîşên ku hatin kirin li Ramallahê 6  û Qudsê jî 6 Filistînî hatine desteserkirin ku di nav van kesên ku hatin desteserkirin de Mustafa Yusufê 40 salî yê ku 12 sal di zindanên siyonîstên îşxalker de hatiye girtin jî heye.

Hamas derbarê Filistînîyên ku hatine desteserkirin de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di sala 2020an de zext û zilmên siyonîstan zêde bûye û bes di meha Tîrmehê de li Quds û Şerîaya Rojava 953 Filistînî ji teref siyonîstan ve hatine desteserkirin.

Tê diyarkirin pîrek û zarok jî di nav de nêzî 4 hezar û 500 kes di zindanên siyonîstên îşxalker tên girtin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir