• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 188 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 18 hezar û 988an û bi pêketina 2 hezar û 510 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 333 hezar û 699 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 188 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 18 hezar û 988 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  333  hezar û  699  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir