• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Di  xwepêşanên li Belarusê de zêdetirî 2 hezar kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Karên Hundir ê Belarusê derbarê xwepêşanên ku berdewam dikin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li gelek bajarên Belarusê nexasim jî li bajarên bi navê Minsk, Brest, Mogilev û Novopolotskê di xwepêşanên ku tên lidarxistin de zêdetirî 2 hezar kesî hatin binçavkirin.

Di encama hilbijartinên ku li Belarusê hatin lidarxistin de li gorî encamên ne fermî Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê mewcûd ji sedî 80 deng stand û dîsa bû serokomar. Lê belê hilbijêr destnîşan dikin di hilbijartinan de hîle hatine kirin. Ji ber îddîayên kirina hîleyê ev bû 2 roj bi deh hezaran xwepêşandêr li kolanan in û xwepêşanê tertîp dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir