Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 13 milyon û 205 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 13 milyon û 205 hezar û 800 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 2 milyon û 716 hezar û 593 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 739 hezar û 770 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 20 milyon û 281 hezar û 373 kesan.(ÎLKHA)