Li Kîrmanşah di mezinahîya 5.1an de erdhej
Li bajara Kîrmanşaha Kurdistana Rojhilat di mezinahîya 5.1an de erdhejek pêk hat.
Derbarê mijarê de ji teref Navenda Sîsmolojîyê ya Zanîngeha Tahranê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li navçeya Gîylanî Garba girêdayê bajara Kîrmanşaha Kurdistana Rojhilat derdora seat 13.46an de di mezinahîya 5.1an de erdhejek pêk hat.
Erdhej 8 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat.(ÎLKHA)