Di bergeha lêpirsîna FETO de derheqê 68 kesî de qerara binçavîyê hat dayîn
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna FETO ya li dijî rêxistîbûna di nav artêşa Tirkîyê de derheqê 68 kesî de qerara binçavîyê hat dayîn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji bo kesên ku derheqê wan de qerara binçavîyê hatiye dayîn bên girtin operasyon hat destpêkirin. Di encama operasyonan de 42 kes hatin binçavkirin û ji bo kesên din jî bên binçavkirin operasyon berdewam dikin.(ÎLKHA)