Dayîna kredî û bursên meha tîrmehê dest pê kirin
Dayînên kredî û bursê ya meha tîrmehê dê di navbera dîrokên 28-30ê tîrmehê de li gorî reqema dawî ya reqema welatîbûnê bên kirin.
Wezîrê Spor û Ciwanîyê Mehmet Muharrem Kasapoglu derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Kasapoglu di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destîşan kir “Xortên birêz! Dayînên burs û kredîyê ya meha tîrmehê ji niha pêve tên razandin.Ew ê heta berîya îdê yên temamê xwendekaran bê razandin.”(ÎLKHA)