Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 10 milyon û 252 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 10 milyon û 252 hezar û 461 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 10 milyon û 252 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/-OdwI46fS1FzIr3ZtzHfPO3t59M=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/31/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-10-milyon-u-252-hezari-32a452bf.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 2 milyon û 136 hezar û 603 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 656 hezar û 849 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 16 milyon û 659 hezar û 28 kesan.(ÎLKHA)