Nêçîrvan Barzanî mîhvandariya civîna PDK û YNK dike
Doh di wextên êvarî de li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, mîhvandariya civîna hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê kir.
![Nêçîrvan Barzanî mîhvandariya civîna PDK û YNK dike](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/KKcKjnoD34u779Fe_IrIeIDt-Qk=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/31/necirvan-barzani-mihvandariya-civina-pdk-u-ynk-dike-dad16a6e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li civînê de ku bi amadebûna birêz Bafil Talebanî Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birêve çû, her du alî li keşuhewayeke erênî û dostane da, bi eşkere kêşe û giriftan û rewşa Herêma Kurdistanê û peywendiya du aliyan guftûgo kirin.
Dakokiyê li ser zerûreta peywendiya di navbera Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) kirin ku bi taybetî û hemû aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê bi mebesta çareserkirina kêşeyan û parastina yekrêzî û tebayî ku zerûreteke vê qonaxa hestiyare ji bo rûbirûbûna vê rewşa giran li encama pejika Korona û qeyrana darayî û kêşeyên din da ku li ser Herêma Kurdistanê da hatiye.
Li civînê de dûpat li ser zerûreta berdewamiya guftûgoyên di navbera her du aliyan kirin ku armanca wê çareserkirin û zalbûna li ser kêşeyan da û sivikkirina wê barê girane li encama kêşe û qeyranan ketiye stûyê welatiyan. Her wiha dakokiyê li ser pabendbûna bi rêkeftinên di navbera her du aliyan û palpiştiya sazî û damezraweyên Herêmê û karê hevbeş li Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.(ÎLKHA)