Li Xarpêtê qeza: 3 mirî
Wesayîta ku ji tazîyê vedigerîya li navçeya Sîvrîceya Xarpêtê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan.
Qeza li nêzî gundê Surekê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 3 birayên bi navê Mehmet, Suad û Habîb Alkan ji bo tazîyê çûn gundê Surekê. 3 bira di rêya vegerê de qeza kirin û canê xwe ji dest dan.
Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)