• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dê bibe bendereke bi ewlehî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq ji bo ziyaretinan çû Herêma Kurdistanê.

Fayîq ji teref Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq destnîşan kir Herêma Kurdistanê ferqê naxe navbera tu kesî û ji temamê koçberan re mazûvantîyê dike ku ew ji ber vê yekê ji Herêma Kurdistanê spas dike û ew ji bo hevkarîyê amade ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, digel rewşa xirab a aborîyê Herêma Kurdistanê  ji milyonek û 200 hezar koçber û penaberî re mazûvantî kir û vê mazûvantîya xwe hêj didomîne û ew ê Herêma Kurdistanê ji bo wan kesên ku ji tirsa terorê revîyane bibe bendereke bi ewlehî.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir