• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam: “Zilma ku 86 salan berdewam kir bi dawî bû”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî 86 salan li Mizgefta Ayasofyayê cara ewil nimêj hat edakirin. Ji nava welêt û ji derveyî welêt bi hezaran kes berê xwe dan Stenbolê û nimêja înê eda kirin.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber daweta ku ji teref Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş ve hat kirin çû Stenbolê û nimêja înê li wê derê eda kir.

Saglam piştî nimêja înê daxuyanîyên balkêş da ÎLKHAyê û destnîşan kir zilma ku ev bû 86 berdewam dikir îro bi dawî bû û êdî Mizgefta Ayasofya azad e.

“Hemd ji Xweda re piştî 86 salan zilmeke mezin bi dawî bû”

Saglma di destpêka axavtina xwe  ya ku kir de îna temamê Mislimanan tebrîk kir û destnîşan kir “Roja înê ji bo Mislimanan îd e û em îro îdê dijîn. Em her heftî bi coş û aramîyeke cûda dest bi roja înê dikin. Îro zîncîra 86 salane hat şikandin. Îro cardin me nimêja xwe ya înê bi tekbîr û selewatan kir. Hemd ji Xweda re piştî 86 salan zilmeke mezin bi dawî bû.Ez ji Xweda hêvî dikim ku êdî ev ummet li rasta wan heyamên ku tê de camî tên zincîrkirin û îbadet tên qedexekirin neyê.Înşallah ev yek ya dawî bû. Lê belê em dizanin li gelek herêmên ummetê camî û mizgetên me hene ku hatine zincîrkirin.”

“Em li herêmeke wisa dijîn ku dema em berê xwe didin qiblê Quds û Mescîda Eqsa di navbera me de dimîne”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir, cardin vekirina Mizgefta Ayasofyayê ji bo  îbadetê zafereke mezin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mizgefta Ayasofya ji îbadetê re hat vekirin ku ev yek nîşanî me da heger; gelek û ummetek di warekî de xebatan bike û li ber xwe bide ew ê bi ser bikeve û bigihije armanca xwe. Ev yek ji vê hêlê ve muhîm e. Em hêvî dikin mescîd û mizgeftên me yên din ên ku di bin esaretê de ne û ji îbadetê re hatine girtin jî bên vekirin. Em li herêmeke wisa dijîn ku dema em berê xwe didin qiblê Quds û Mescîda Eqsa di navbera me de dimîne. Ev bû zêdetirî 100 salî ku Mescîda Eqsa û Quds di bin esaretê de ne. Berî niha dihat gotin ‘Ew ê zincîr bên şikandin û  ew ê Ayasofya bê vekirin’ û piştî 86 salan ev zincîr hatin şikandin. Her çi qas di nava Mescîda Eqsayê de nimêj bê kirin jî dora wê hatiye zincîrkirin ku ji ber vê yekê azad nîne. Em hêvî weke îro Xweda bike nesîbê me ku em bibînin Mescîda Eqsa azad bibe û em lê nimêja înê bikin.”

“Kesên ku nizanibin ji însanan re teşekkur bikin dê nizanibin  ji Xweda re şikir bikin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ev bû 86 sal ji ber ku tê gotin ‘ew ê zincîr bişkin û Ayasofya azad bibe’ gelek bedel hatin dayîn  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev deng ev bû 86 sal ku  ji teref biçûk û mezinan ve nehat jibîrkirin. Ez ji wan kesên ku ev bû 86 dibêjin ‘ew ê zincîr bên şikandin û Ayasofya dê bê vekirin’ re teşekur dikim. Dîsa ez ji Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku îmze avêt bin qerarê û zincîran şikand re jî teşekkur dikim. Bi giştî ez ji temamê kesên ku keda wan di vî karî de heye re teşekkur dikim. Ez hêvî ji Xweda dikim ku camîyên me nema bên girtin.”

“Ayasofya sembola fethê ye ku ji ber vê yekê bû camîya fethê”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir Ayasofya sembolek e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ayasofya bes ne ji bo Mislimanan bi heman awayî ji bo alema Xiristîyanan nexasim ji bo Ortodoksan sembol e. Lê biya min em sembol bi şikleke cûda tê şîrovekirin. Berî vê 500 salî dema ku Stenbol hat fetihkirin ev der navenda Romaya Rojava û Împaratorîya Bîzansê bû. Feth bû sembola dawî anîna  zilm û zordarîya emperyalîzma Bîzansê. Ji ber vê yekê Ayasofya fetha sembolê.Zilma ku bi hezaran salan ji teref Bîzansê ve hat kirin bi vê fethê bi dawî bû. Ayasofya nêzî 500 salî bû Ayasofya Camî-î Kebîr û bi salan lê îbadet hat kirin heta wextê Cumhurîyetê. Niha li dinyayê tê diyarkirin dêrek hat kirin camî. Lê belê Ayasofya ji xwe camî bû di wextê cumhurîyetê de. Bi vê yekê tê xwestin rastî bên berawajîkirin. Di dema komarê de Mizgefta Ayasofya hat kirin muze û ev bû 86 sal ku zincîr lê hatibû xistin.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser daxwaz û hêvîya Mislimanan a ji bo Mizgefta Ayasofyayê û destnîşan kir “Misliman qet nesekinîn û her tim bendewar bûn ku Ayasofya bê vekirin û lê pêşî nimêja înê bê edakirin. Îro rojeke bi aram û xweş bû. Mescîdeke min  din jî heye ku di bin esaretê de ye. Înşallah em ê wê jî bi heman coş û xweşîyê rojekê vekin.”(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir