Amerîka ji Çînê daxwaza di 72 seatan de girtina balyozxaneya li Houstonê kir
Çînê ji vê qerara Amerîkayê re bertek nîşan da.
Piştî îddîayên şewitandina evraqan a li balyozxaneya Çînê ya li Houstonê Amerîka biryar da ku ev balyozxaneya Çînê di 72 seatan de bê giritn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Morgan Orgatus derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Orgatus di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ê Amerîka ji wan helwestên Çînê yên ku pê ji desthilatdarîya Amerîka re dijberîyê dike re destûrê nede.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Wang Wenbin jî destnîşan kir xebera girtinê ya balyozxaneya Çînê ya li Houstonê ji wan re hatiye dayîn.
Wenbin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ev qerara girtina balyozxanê qerareke yekalî ye ku em teleb dikin ku Amerîka demildest ji vê qerara xwe vegere, heke ev yek neyê kirin ew ê Çîn tevdîrên dijwar bistîne û vê yekê bêbersiv nehêle.(ÎLKHA)