• DOLAR 34.663
  • EURO 36.361
  • ALTIN 2930.09
  • ...
Neteweyên Yekbûyî: Qeyrana li Lîbyayê bi rêyên leşkerî nikare bê çareserkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Stephane Dujarric di berdewama daxuyanîya xwe de de balan kişand li ser mijara midaxeleya leşkerî ya ku tê xwestin ji teref Misirê ve li Lîbyayê bê kirin û destnîşan kir “Em di vî warî de bi rayedarên Misirê re hevdîtinan dikin.Ji bo temamê welatan û wan welatên ku li Lîbyayê di sehayê de ne peyama eşkere ye: ji çareserîya leşkerî re hewce nîne. Çareserîya tekane çareserîyeke siyasî ya ku hatiye muzakerekirin e.”

Meclîsa Misir mudaxeleya ku dê ji teref Misirê ve li Lîbyayê bê kirin di encama dengdayîna ku hat kirin de tesdîq kir. Sîsîyê darbeker di daxuyanîya ku belav kiribûn de destnîşan kiribû, bajara Sîrteyê ya Lîbyayê ji bo Misirê “xeta sor” e.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir