• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 13 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de 2 hezar û 421 test hatin kirin û di encama van testan de bi 252 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li gorî daneyên ku hatin belavkirin di 24 seatên dawî de 13  kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 11 hezar û 361 kes bi vîrusê ketin û 432 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir