• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Ji ber topbarana Tirkîyê  agir bi malan ket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Operasyona ku Tirkîyê li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dabû destpêkirin berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin artêşa Tirkîyê PKKê da ber guleyên topan.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Nahîyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Çelebî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, artêşa Tirkîyê  derdora seat 09.00an de gufên Llîkan, Xelîfan û Belesnanê da ber topan.

Çelebî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir topbarana Tirkîyê 45 deqîqeyan berdewam kir û di encama topbaranê de li gundê Mêrgereşê şewat derket û çend malên li gund şewitîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber topbaranê tiştek bi serê tu kesî nehat; lê belê mal, bexçe û erd zirar dîtin.Li derdorê zirareke mezin heye.”

Li herêma Biradosta Sîdekanê ji 264 gundan 118 gund ji ber êrîş û pevçûnan hat valakirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir