Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 14 milyon û 194 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 14 milyon û 194 hezar û 726 kes bi vîrusê ketin û 599 hezar û 423 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 3 milyon û 770 hezar û 12 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)