Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 13 milyon û 953 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 13 milyon û 953 hezar û 800 kes bi vîrusê ketin û 592 hezar û 791 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 3 milyon û 695 hezar û 25 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)