• DOLAR 32.923
  • EURO 35.222
  • ALTIN 2446.074
  • ...
Çawîşê pispor ê ku destdirêjî li qizîka 13 salî kir hat tewqîfkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer berî vê du çevan di derdora seat 23.00an de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çawîşê pispor ê bi navê A.A.yê  ku di Tuxaya Cendirme Komando ya Yekemîn de wezîfedar e, piştî ku eraq vexwar re destdirêjî li qizîka 13 salî  ya bi navê H.Î. kir. Ji ber ku qizîk kire hawar hawar çawîşê pispor ji cihê bûyerê revîya, lê belê welatîyên taxê çawîşê pispor qefaltin û ew teslîmî polêsan kirin.

Çawîşê pispor ê ku destdirêjî li qizîka 13 salî kir ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Şirnexê ve daxuyanîyeke sosret  hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; A.A.yê ku  wezîfedarê kamûyê bû û eraq vexwaribû ji ber ku derdorê aciz kiribû li rasta “êrîşa” welatîyan hat.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin A.A. hat binçavkirin û ji wezîfê hat dûrxistin.

Gelê ku li cihê bûyerê kom bû  bertek ji bûyera ku pêk hatiye re nîşan da û dirûşêeyên mîna “Heq, hiqûq û edalet” û “Bila destên wan kesên ku destdirêjî li zarokan dikin bên şikandin” avêtin.

Serokê Bajara Şirnexê yê HUDA PARê  Emcet Yalçin derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Yalçin di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Divê ew tacîza ku li Şirnexê ji teref A.A.yê çawîşê pispor ve hat kirin bê ceza nemîne. Divê cezaya vê bûyerê bi gotinên mîna ‘zêde eraq vexwarîye’ neyê sivikkirin. Ji bo cardin tiştên wisa pêk neyên divê hemû kes wezîfeya xwe bi cî bîne. Em vê êrîşê şermezar dikin û em daxwaz dikin ev bûyer bêceza nemîne.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir