Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 8 milyon û 166 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 8 milyon û 166 hezar û 465 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar milyonek û 645 hezar û 966 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 587 hezar û 144 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 13 milyon û 706 hezar û 50 kesan.(ÎLKHA)