Seroka Şaredarîya HDPê ya Dîyadînê hat tewqîfkirin
Serdozgerîya Komarê ya Agirîyê berî niha Betul Yaşar Seroka Şaredarîya HDPê ya Dîyadînê jî di nav de derheqê 4 kesan de qerara binçavîyê dabû.
Yaşar û 3 kesên din ên ku hatibûn binçavkirin piştî muameleyên li ewlehîyê hatin sewqkirin adlîyê.
Di encama darizandina ku hat kirin de Betul Yaşar Seroka Şaredarîya HDPê ya Dîyadînê ji sûcên “endambûna rêxistina terorê” û “kirina propagandaya rêxistina terorê” hat tewqîfkirin.
Her 3 kesên din bi şerta kontrola edlî û derneketina derveyî welêt hatin berdan.(ÎLKHA)