Wezîrê Tenduristîyê: "Piştî 33 rojan cara ewil hejmara pêketîyan ket bin hezarî"
Wezîrê Tenduristîyê ya Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Em cardin ketin binya hezarî. Piştî 33 rojan cara ewil hejmara pêketîyan derket binya hezarî.”
Li gorî daxuyanîya ku ji teref wezîr ve hat belavkirin di 24 seatên dawî de 43 hezar û 231 test hatin kirin û di encama van testan de bi 922 kêsî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)