Li Bursayê otobusa rêwîyan qeza kir: Mirîyek 16 birîndar
Hat hînbûn rewşa kesên ku di qezayê de birîndar bûne baş e.
Qeza li ser Şahrêya Stenbol-Îzmîr-Bursayê li nêzî mewqîya Çaglaya Osmangazîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ji Stenbolê ber bi Dîdîma Aydinê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza kir.
Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)