Li Îngîlterê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 21 kesên din jî mirin
Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 21 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 44 hezar û 819 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 21 kesên din jî mirin û 650 kes jî bir vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 289 hezar û 603 kesî.(ÎLKHA)