• DOLAR 32.392
  • EURO 34.816
  • ALTIN 2394.384
  • ...
Li Hewlêrê dest bi hilberîna dermana Covid-19 hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîyê  Hewlêrê Ferset Sofî  derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Sofî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir fîrmaya dermanan a bi navê Awamedîca ya li Hewlêrê dest bi hilberîna dermana bi navê Favîpîravîrê kiriye.

Walî Sofî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku li Hewlêrê dermana Coroanvîrusê tê hilberandin ew bextewar in û ev yek ji bo bajar û însanetîyê serkeftineke mezin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê di warê hilberandina dermanê de destekê bidin fîrmayê.”

Partîya ewil a dermana ku hat hilberandin ji bo bê belavkirin ji Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê re hat şandin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir