Serokê Navçeya Wêranşarê yê HDPê hat binçavkirin
Di encama operasyona ku di wextên şeveqê de li navçeya Wêranşara Rihayê hat lidarxistin de 2 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin polêsên vê şeveqê di heman demê de li Wêranşarê di ser çend navnîşnanan de girtin.
Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de Xidir Oktayê Serokê Navçeya Wêranşarê yê HDPê û Îshaq Gunduzê ji birêveberên navçê yê HDPê hatin binçavkirin.(ÎLKHA)