Rejîma îşxalê ya siyonîstan li Şerîaya Rojava û Qudsê zêdetirî 20 Mislimanî desteser kir
Hat ragihandin siyonîstên îşxalker li Nablus, Tulkerem, Ramallah û Kalkîlyayê komek Filistînîyên ku di nav wan de xwendekar û girtîyên azadbûyî jî hebûn desteser kir.
Li gorî agahîyên ku hatine girtin di encama serdegirtin û êrîşa ku ji teref siyonîstan ve li bajaroka Anbatayê hat kirin de pevçûn derket.
Zext, zilm û hovîtîya siyonîstên îşxalker û dagirker li ser axên Filistînî yên ku ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin berdewam dike.(ÎLKHA)