• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Hîşam El-Haşîmîyê Iraqî yê ku Pisporê Ewlehîyê bû di êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşa çekdarî  ya ku hat kirin de Haşîmî  canê xwe ji dest da.

 Serokê Daîreya Pêwendîyên Gel û Çapemenîyê yê Wezareta Karên Hundir ê Iraqê Saad Maan derbarê êrîşa ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Maan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir êrîş ji teref 3 kesên ku nasnameyên wan nediyar e  ve li herêma Zeyyuneyê hat lidarxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin Haşîmîyê ku çend gule îsabetî bedena wî kiribûn digel temamê midaxeleyan li nexweşxaneya ku lê hat rakirin canê xwe ji dest da.

Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir