Li Moxolistanê lehî: 8 mirî
Ji ber barana ku li Moxolistanê barîya lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 8 kes canê xwe ji dest dan.
Ajansa Birêveberîya Rewşa Acîl a Neteweyî ya Moxolistanê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber ku roja în û şemîyê baran gelek zêde barîya lehî rabû û mal di bin avê de man.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber lehîya ku rabû 2 jê zarok tevde 8 kes canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 360 mal jî di bin avê de man.(ÎLKHA)