Pêşmerge û artêşa Iraqê navenda hevpar a operasyonê saz dikin
Fermandarîya Hevpar a Artêşa Iraqê bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ji bo wan war û herêmên ku ji hêla ewlehîyê ve zeîf in biryar dane ku digel Pêşmerge navenda hevpar a operasyonê saz bikin.
Li wan herêmên ku lê hêzên artêşa Iraqê û Pêşmerge lê nînin DAIŞ bênavber êrîşan li dar dixe.Her tu teref jî ji bo vê problema ewlehîyê çareser bikin ev bû demeke dirêj ku hevdîtinan dikirin.(ÎLKHA)