Li Somalîyê teqîn: 7 birîndar
Li Mogadîşuya paytexta Somalîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin.
Hat ragihandin li Mogadîşuya paytexta Somalîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin. Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de herî kêm 7 kes birîndar bûn.
Polês derheqê êrîşê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ji ber êrîşê tu kes nemirîye.
Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)