Wezîrê Tenduristîyê: “ Ji ber teqîna li Sakaryayê 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn"
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê teqîna ku Sakaryayê di fabrîkaya fîşekên hewayî de pêk hat de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Li navçeya Hendeka Sakaryayê di fabrîkayeke fîşekên hewayî de teqîn pêk hat. Em ê bi talîmata Serokomar Erdogan biçin cihê bûyerê û ji nêz ve geşedanan taqîn bikin. Niha li cihê bûyerê 85 ambûlans, 11 ekîbên UMKEyê û 2 helîkopter wezîfedar in. Di teqîna ku li Sakaryayê pêk hat de 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.”(ÎLKHA)
Sakarya Hendek’te, şehrin uzağındaki havai fişek fabrikasında bir patlama oldu. Sn. Cumhurbaşkanımızın talimatıyla süreci yakından takip etmek için birazdan olay yerinde olacağız. 85 ambulans, 2 helikopter ambulans, 11 UMKE ekibimiz olay yerinde. 2 can kaybımız, 73 yaralımız var.