Li Amerîkayê di rojekê de bi 50 hezar û 700 kesî re vîrus hat tespîtkirin
Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike ji roja ku şob destpêkiriye vir ve cara ewil di rojekê de li 50 hezar kesî re vîrus hat tespîtkirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin di rojeke dawî de li Amerîkayê bi 50 hezar û 700 kesî Coronavîrus hat tespîtkirin ku hejmara pêketîyan rojane cara ewil derketiye vê astê.
Ji destpêka şobê vir ve li Amerîkayê bi nêzî 2 milyon û 600 hezar kesî re vîrus hat tespîtkirin û zêdetirî 128 hezar kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)