Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 1315 kesên din mirin
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Amerîkayê 1315 kesên din ji ber vîrusê mirin û bi 47 hezar û 499 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 130 hezar û 134 kes mirin û bi 2 milyon û 730 hezar û 803 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye li hember Coronavîrusê bêçare maye.(ÎLKHA)