• DOLAR 32.473
  • EURO 34.712
  • ALTIN 2436.353
  • ...
​​Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1192 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 201 hezar û 98 kesî.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara testên ku heta îro hatin kirin derket nêzî 3 milyon û nîvan. Li bajarên mîna Tekîrdag, Balikesîr, Samsun, Kirşehîr û Duzceyê ji ber ku  li gorî tevdîran tê hereketkirin hejmara pêketîyan bi rêkûpêk dikeve. Em dikarin vê netîcê li temamê bajaran bi dest bixin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir