Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 504 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 504 hezar û 491 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 504 hezar û 491 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 10 milyon û 249 hezar û 840 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 128 hezar û 437 kes mirin.(ÎLKHA)