• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Şêx Îkrîme Sabrî: " Bêdengîya me ya li dijî zilmê xirsa îşxalê ya siyonîstan zêde dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îkrîme di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir "Divê em siyonîstên îşxalker bidin sekinandin.Ev yek bes bi pêwendîyên dîplomatîk ne mimkûn e.Divê Filistînî digel temamê astengkirinên ku tên kirin girêdayî  Mescîda Eqsayê bin. Divê temamê Filistînîyan di her wextî de li hewşa Mescîda Eqsayê bin û li dijî êrîşên siyonîstên îşxalker Mescîda Eqsayê muhafeze bikin."

Îkrîme di berdewama axavtina xwe de diyar kir  rejîma siyonîst şênîyên Cihû tahrîq dike da ku di ser Mescîda Eqsayê de serdegirtinan  bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Her wisa rejîma îşxalê Misliman ji herêma Babur-Rahmeyê dûr dixe ku ev der muhîmtirîn têketina Mescîda Eqsayê ye. Di van rojên dawî de muhafizên ku girêdayê Daîreya Weqfan in ji teref siyonîstan ve tên desteserkirin.Ji bo ku ew muhafiz karibin Mescîda Eqsayê muhafeze bikin divê ji wan re wesfê destnedayînê bê dayîn."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir