Li Îngîlterê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 186 kesên din jî mirin
Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 186 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 43 hezar û 414 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 186 kesên din jî mirin û 1006 kes jî bir vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 308 hezar û 360 kesî.(ÎLKHA)