Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 2 hezar û 515 kesên din mirin
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Amerîkayê 2 hezar û 515 kesên din ji ber vîrusê mirin û bi 41 hezar û 986 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 126 hezar û 823 kes mirin û bi 2 milyon û 505 hezar û 909 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye li hember Coronavîrusê bêçare maye.(ÎLKHA)