Mînîbusa karkerên zireatê qeza kir: 6 kes canê xwe ji dest dan 12 kes birîndar bûn
Li Konyayê mînîbusa ku karkerên zireatê vediguhast û TIR li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes canê xwe ji dest dan 12 kes birîndar bûn.
![Mînîbusa karkerên zireatê qeza kir: 6 kes canê xwe ji dest dan 12 kes birîndar bûn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Lrxp_JmRmsM1wEoiIE_04RGmcC0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/26/minibusa-karkeren-zireate-qeza-kir-6-kes-cane-xwe-ji-dest-dan-12-kes-birindar-bun-df9d2cdb.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ser Rêbeja Konya-Enqerê mînîbusa bi plaqeya 14 M 0891 a ku karkerên zireatê vediguhast û TIRa bi plaqeya 42 P 0171 li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes canê xwe ji dest dan 12 kes birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)