Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 808 kesên din mirin
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Amerîkayê 808 kesên din ji ber vîrusê mirin û bi 38 hezar û 499 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 124 hezar û 308 kes mirin û bi 2 milyon ûb 463 hezar û 923 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye li hember Coronavîrusê bêçare maye.(ÎLKHA)