Li Entabê 154 kîlo esrar hat bidestxistin
Di encama lêgerîna ku di wesayîtekê de hat kirin de 154 kîlo esrar hat bidestxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajara Entabê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama xebata hevpar a ku bi Midûrtîya Ewlehîyê ya Malatyayê re hat kirin de li ser Rêbeja Entabê-Malatyayê di wesayîteke ku hat sekinadin de 154 kîlo esrar hat bidestxistin.(ÎLKHA)