Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 5 milyon û 180 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 5 milyon û 180 hezar û 341 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 5 milyon û 180 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/CuSc21YYzgzJ9xp6gXotI4r8oDQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/26/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-5-milyon-u-180-hezari-fae90f12.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar milyonek û 40 hezar û 608 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 485 hezar û 188 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 9 milyon û 535 hezar û 337 kesan.(ÎLKHA)-