Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronayê mirin derket li ser 122 hezarî
Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 256 kesên din mirin.
Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser 2 milyon û 388 hezarî û yên mirîyan jî 122 hezaran derbas kir.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 122 hezar û 611 kes mirin û bi 2 milyon û 388 hezar û 225 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye li hember Coronavîrusê bêçare maye.(ÎLKHA)