Li Hollandayê hejmara pêketîyan derket 49 hezar û 658an
Enstîtuya Hawîrdor û Tenduristîya Gel a Hollandayê destnîşan kir ji 12 Adarê vir ve cara ewil di 24 seatên dawî tu kes nemir.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di 24 seatên dawî de 69 kesên din bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 49 hezar û 658an.
Li Hollandayê heta niha 6 hezar û 90 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)