• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
​Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 24 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1212 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 188 hezar û 897 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Li Îzmîr 28 nexweş, li Kocaelîyê 20 nexweş û li Sakaryayê jî 3 nexweş di lênerîna awarte de tên tedawîkirin. Hejmara testên me gihaşt 3 milyonî. Îro hejmara kesên ku baş bûn û ji hejmara kesên ku pêketine zêdetir e.Lê belê ew ferqa heyî têra micadeleya me nake."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir